Sîdad Barzanî: PDK hertim keleha parastina Kurdistanê bûye

Ziraretî-KDP.info- Sîdad Barzanî Nûnerê Serok Barzanî û Endamê Polîtbîroya PDKê di karnavala kampanyaya lîsta 190 ya PDKê li Ziraretî got: “Navçeya Ziraretî hertim piştevanê PDK û Serok Barzanî bûye. Hêza PDKê ji piştgiriya gelê Kurd tê.”
Sîdad Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Em ne xelkê rûxandinê ne, em xelkê avakirinê ne. Neyar hemû tîrên xwe diavêjin ser Serok Barzanî û PDKê, lê bi piştevaniya dilsozên PDKê em ji serketinê piştrast in.”
Sîdad Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Li kuderê PDK serdest bûye, li wir avakirin bûye. Armanca damezrandina PDKê xizmetkirin û parastina gelê Kurd û xaka Kurdistanê ye.”




