10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî soz da xelkê Silêmaniyê: Tenê carekê be jî dengê xwe bidin me

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî îro 14ê Cotmehê li bajarê Silêmaniyê beşdarî kernevala serxistina lîsteya PDKê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bû û ji xelkê Silêmaniyê re got: “Hûn tenê carekê be jî dengê xwe bidin PDKê, bi soz bi soz, emê di 4 salên bê de ji we re piştrast bikin ku çawa dengê we vala neçûye û di hemû waran de xizmeta Silêmaniyê bikin.”

Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî di gotarekê de got: “Ez gelek kêfxweş im ku li Silêmaniyê bi we re dicivim, her cara ku ez têm Silêmaniyê, ne tenê bîranînên xizm û welatiyên xwe, pêwendiyên dêrîn ên PDK û Barzaniya nemir jî bi bîr tînim. “Têkiliya me bi Silêmaniyê re têkiliyeke têkoşîn û hevkariyê ye. Pêwendiyên me bi Silêmaniyê re, pêwendiyên xebat û hevkariyê ne.”

Herwiha got: “Ev têkilî di serdema Şêx Mehmûd û Şêx Ehmed Barzanî de çêbûye, di salên 30'an de Barzanî û hevalên wî ji aliyê paşatiyê ve bo bajarê ezîz Silêmanî hatin sirgûnîkirin, lê Silêmanî bû penageha Barzanî û hevalên wî.”

Cîgirê Serokê PDKê got jî: “Mezinên Silêmaniyê, xelkê zehmetkêşên vî bajarî ne, hembêza xwe ya Kurdistanî ji Barzanîyan re vekirin, xortên rêzdar ên Silêmaniyê canê xwe kirin mertal bo parastin û rizgarkirina Barzanî. Mala Barzanî heta niha jî li taxa Melkendî ya Silêmaniyê maye.”

Herwiha tekez kir, Barzanî ji ber hezkirina Silêmaniyê, bi Silêmaniyê re peywendiyên xizmtî û malbatî ava kiriye. Piştî ku ew di sala 1958an de ji Yekîtiya Sovyetê vegeriya, bi lez hat Silêmaniyê û li mala Şêx Letîf Hefîd ma, ji bo xwe bigihîne xelkê Silêmaniyê û têkiliya xwe ya xweşewîstiyê bi wan re nû bike.

Nêçîrvan Barzanî got, PDK û Barzanî dîrokeke wan a taybet bi Silêmaniyê re heye, ji ber wê jî ti aliyek nikare têkiliya xwe bi Silêmaniyê re qut bike, xelkê Silêmaniyê û derdora wê welatparêz, kurdperwer û azadîxwaz in û li dijî hikûmeta Bexdayê alîkariya Barzaniyan kir.

Herwiha got: “Hûn dilsoz û berxwedêr in, we her tim ji bo partîbûna xwe bedelên mezin dane, gelek zextên derûnî kişandine, hûn ji hemû îmtiyaz û xêra vê herêmê bêpar mane, niha jî hûn nimûneya van têkliyên dîrokî ne.”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn, armanca PDKê hertim ew e ku li Herêma Kurdistanê hikûmet û desthilateke niştimanî hebe û bê cudahî xizmeta hemû deverên Kurdistanê bike.

Got jî: “Xelkê vê deverê gelek bedel dane aliyên siyasî, lewra PDK hewl dide êdî xelk nebe armanca nakokiyan û qurbaniyên aliyên siyasî, gelê me hêjayî baştirîn jiyan û aramî û xweşguzariyê ne.”

Nûçeyên têkildar