Mesrûr Barzanî bendava Bastore vekir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi merasîmekî bendava Bastore li Hewlêrê vekir û rag
Îro Dûşema 14.10.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîmeke taybet de bendava Bastore ya li sînorê parêzgeha Hewlêrê vekir, ku bi hevkariya gruba kompanyayên Kar hat çêkirin.
Piştî vekirina bendavê Serokê hikûmetê di gotarekî de keyfxweşiya xwe ji ber vekirina projeyê aşkera kir ku berî salekî kevirê bingehîn ê wê bendavê hatibû danîn û herwaha spasiya serokê gruba kompanyayên Kar Şêx Baz Berzincî kir, ji ber temamkirina projeyê di dema xwe de, ku di heyama salekî de û ji aliyê endazyar û pispor û şarazayên navxwe ve hat cîhbicîhkirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku çêkirina vê bendavê beşeke ji stratejiya hikûmetê ya ji bo mifa wergirtina ji çavkaniyên avê yên Kurdistanê ji bo dabînkirina asayîşa avê û serokê hikûmetê teqez kir ku bendavên waha bandorê li hemû aliyan ve li ser pêşxistina aboriyê û di warên cuda de dike. Çi ji aliyê geştûguzariyê be, yan dabînkirina enerjiy û dewlemendiyên wek masî û başkirina rewşa ava bin erd û guhertinên seqayê û bandorên erênî li ser hemûyan dike.
Mesrûr Barzanî got: ‘’Li nêzîk cîhê bendava Bastore di serdema Senharîb de bendav hatiye çêkirin û av ji bo nav bajarê Hewlêrê hatiye kêşan, ji bo wê jî cîheke giring ê dîrokî ye û dikare ji bo geştyariyê jî serdana deverê bê kirin.’’
Serokê Hikûmetê daxwaz ji xelkê Kurdistanê kir ku hevkariya hikûmetê bikin ji bo parastina wan projeyên tên çêkriin û jîngeyê biparêzin û destwerdanê tê de nekin.




