Mesrûr Barzanî: Em astê xwendinê ber bi pêşve dibin û bi hemû şiyanên liber dest alîkar in

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, “Em astê xwandinê ber bi pêş ve dibin û hikûmet bi hemî şiyanên li ber dest alîkar dibe.” Herwesa got, “Spas ji mamostayan re ku di dema qeyranan de nehêla piroseya xwandinê leng bibe.”
Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Îna 11.10.2024 ahenga gera 43ê ya derkeftiyên Zanîngeha Selahedînê bi navnîşanê Gera Zanist, Dahênan û Avakirinê li yarîgeha Firanso Herîrî li Hewlêrê birêve çû.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li nav ahenga derkeftiyên Zanîngeha Selahedînê gptarek pêşkêş kir û zêdebarî pîrozkirinê li derkeftiyan û kesûkarên wan amaje da, “Ev serkeftin ji bo xwendekaran di vê qonaxa jiyana wan de serkeftineke mezin e, divê we hestekî xweş hebe ku berhemê renc û westiyana xwe bibînin. Em şanaziyê bi we dibin.”
Mesrûr Barzanî spasiya tevaya mamostayan kir û got, “Mamostayan di dema qeyranê de nehêla xwandin paş bikee û li ser dana dersan bi xwendekaran berdewam bûn, herwesa zêdebarî westiyana xwe nehêla zehmeta xwendekaran di ber avê de biçe. Em dê westiyana mamostayan qerebû bikin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa pêşvebirina astê xwandinê de jî ragihand, “Em dixwazin astê xwandinê li Kurdistanê pêş ve bibin. Me ji bo vê meremê desteya bawerîdanê damezrandiye, ji bo ku astê xwandina bilind bi pîver û standardên nadewletî bê kirin. cihê dilxweşiyê ye jî ku roj bi orj astê zanîngehan jî pêş ve diçe.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere jî kir, “Hikûmet hemî bizavan dike ku zêdetir giringiyê bi zanîngehan û cihên hewandina xwendekaran bide. Herwesa ji bo bilindkirina astê xwandinê ji hemî aliyan ve em xemsariyê nakin.”
Mesrûr Barzanî peyamek arasteyî derkeftiyên zanîngehê jî kir û got, “We îro qonaxa xwandina xwe bi awayekî serkeftî bidawî anî, lê hûn dê ber bi ezmûneke din jî biçin ku dengdan e. Divê hûn hemî tevlî dengdanê bibin. Piraniya we ev cara yekê ye tevlî dengdanê dibin û giring e hûn dengê xwe bidin ji ber ku ew mafê we yên xweşevî ye.”
Amaje jî da, “Hûn niha dikarî bi wî zanistê ku hûn fêr bûne xwandineke baştir ji bo rûdanan bikin, giring e hûn li roja 20ê vê mehê dengê xwe bidin wî alî yê ku xizmeta gel û welatî dike.”
Di derheqa hilbijartinan de tekez kir, “Ev hilbijartin ji bo me hemiyan giring e. her biryareka di van hilbijartinan de bê dan çarenivîsa welatê me diyar dike. Dengder dikarin destnîşan bikin ka kî desthilatdarê pêşerojê be, divê hemî alî dengê xwe bidin ji bo ku xelkekê din li şûna dengderan biryarê nedin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa rewşa Rojhilata Navîn û deverê de got, “Bi awayekî giştî Rojhilata Navîn û dever di rewşeke nexweş re derbaz dibin, lê me berî niha jî rewşên wesa dîtine û em jê derbaz bûne. Ji niha û pêde bi hebûna we û hêza we em dikarin welatekî baştir û xweştir ji xwe re çê bikin. Çi kesek nikare welatekî ji me re çê bike, eger em bi xwe nexwazin.”
Bal kêşa ser wê yekê jî ku, em li ser wê yekê hizir dikin ku ev welat ê hemiyan e. em dikarin bi hev re welatekî ji xwe re çê bikin ku li Rojhilata Navîn nimûne be. Herwesa derkeftiyên zanîngehan jî dikarin tevlî kertê giştî û kertê taybet bibin û rolê xwe bigêrin, ji bo ku em bi hev re Kurdistanekê çê bikin, tena, aştîxwaz û pêşkeftî be.”
Mesrûr Barzanî li dawiya gotara xwe bi geşbînî ve amaje da, “Ez piştrast im ku hûn dikarin li dawiyê bibin xwediyên welatekî xweştir û pêşkeftîtir. Herwesa hikûmet berdeam alîkariya we dike û derfetên karî li kertê giştî û kertê taybet ji we re peyda dike.”




