Serokwezîr Mesrûr Barzanî rêya Sipîlik-Xelîfan vekir

Xelîfan-KDP.info- Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Avedankirin û Niştecihbûnê Dana Ebdulkerîm îro 9ê Cotmehê projeya rêya Sipîlik- Xelîfan li Îdariya Serbixwe ya Soranê vekir.
Serokwezîr Mesrûr di merasîma vekirinê rê de gotarek pêşkêş kir û tê de got: “Ev pirojeya giring deverên cuda bi hev re girê bide û dê hatûçûya welatiyan hêsantir û aramtir bike.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku ev yek beşek ji helmeta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku hewl dide rêyan çêbike û kalîteya wan baştir bike.
Herwiha got: “Em kar dikin ku hemû parêzgeh, bajar û gundan bi hev ve girê bidin, ta ku pirsgirêkên welatiyan ên çûnûhatinê û ewlehiya rê namînin û ew cihên ku hîna rê û kolan nehatine çêkirin, di bernameya me de ye û dê bên bicîhkirin.




