Mesrûr Barzanî: Li 20ê Cotmehê xelkê Kurdistanê dê dastaneke din tomar bikin

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê li bajarê Soranê tevlî kernevaleke cemawerî ji bo biserxistina lîsta 190ê ya PDKê bû û gotarekê pêşkêş kir.
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro Çarşema 09.10.2024 tevlî kernevaleke cemawerî ji bo biserxistina lîsta 190ê ya PDKê bû û di gotara xwe de amaje da, “Xelkê devera Soranê, ez dilxweş im ku ez dibînim we biryar daye PDK bi seer bikeve. Îro li bingeha Baregayê Barzaniyê Nemir, li wî cihê ku şoreşa Îlonê serkirdetiya mezintirîn bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê dikir, em civiyane ji bo ku biryara dawiyê li hilbijartinên di rêzê de bidin û lîsta PDKê bi ser bixin.”
Mesrûr Barzanî herwiha got, “Çawa ku li şoreşên Îlon û Gulanê ev çiya, Hindirîn, Zozik, Qelender û Hesen Beg, cihên tomarkirina dastanan bûn, xelkê vê deverê li roja 20ê Cotmehê dastaneke din tomar dike ku hemî nehezan PDKê serşor bibin û PDK bi ser dikeve û her ya yekê dimîne.”
Mesrûr Barzanî wiha got jî, “Dema em dengê xwe didin, em biryara li ser çarenivîsa welatî û awayê desthilatdariyê didin, em şiyar bin ka em desthilatdariya bê didin destê kê. Ev partî û aliyên ku dixwazin di van hilbijartinan de deng û baweriya xelkê Kurdistanê werbigirin, divê hûn bizanin ew kî ne û boriya wan çi ye û çi bername heye. Ev biryara we çarenivîsa we û neteweya we diyar dike, gelek bi hûrî biryara xwe bidin.
Amaje da drûşmên aliyên siyasî jî û got, “Wan yek drûşm ji we re nîne ku behsa baştirkirina rewş û jîn û jiyara we bikin, drûşmên wan tenê ji bo bêhêvîkirina xelkê Herêma Kurdistanê ne.”
Eşkere jî kir, “Ew ji me re dibêjin: em dê we bidawî bînin û dê we rabiwestînin. Ne tenê niha, ji destpêka çêbûna PDKê heta niha gelek alî hebûn ku çi armanc nebûn ji bilî ku berbestan ji bo PDKê çê bikin û nehêlin PDK bi ser bikeve û ev gel bigehe kinarê aramiyê. Ew ji bo rawestandina karwan û xebata tekoşana PDKê li ser bizavên xwe berdewam in, ji bo ku xelkê Kurdistanê negehe armancên xwe.”
Tekez jî kir, “Çawa ku berê wan aliyan nekarî PDKê rawestînin, niha jî nikarin PDKê rawestînin. Ew nikarin PDKê rawestînin û bigehin armancên xwe yên çepel.”




