Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanya rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro Çarşema 09.10.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Stephen Hitchen Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.
Di civînekê de pêşkeftina têkeliyên Brîtanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra, rewşa giştî ya Iraqê, rewşa navxwe û hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da hate gotûbêjkirin.
Her du alî tekez li ser girîngiya lidarxistin û serkeftina hilbijartinan ji bo Herêma Kurdistanê kirin û hêviya serkeftinê ji bo proseya dengdanê xwestin. Di derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hevfikir bûn ku bi diyalog û lihevtêgihiştinê çareser bikin. Di vê derbarê de Serok Nêçîrvan Barzanî lihevhatina hevbeş a di navbera Hewlêr û Bexdayê weke kilîta aramiya Iraqê bi nav kir.
Rewşa Rojhilata Navîn û metirsiya zêdebûna aloziyan di civînê da gotûbêj kirin. Her di vê derbarê da her du alî tekez li ser parastina aramî û ewlehiya deverê û xwe dûrgirtina zêdetir a şer û pevçûnan û encamên wê kirin.




