10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê dê herdem piştevaniya mafên rewa yên Êzidiyan bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Cemeyê ya Êzdiyan peyameke pîrozbahiyê belav kir. Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Ez bi boneya hatina Cejna Cemayê pîrozbahiyê li hemû xwişk û birayên Êzidî yên Kurdistan û cîhanê, Emîr, Baba Şêx û civata rûhanî dikim û hêvîdar im ku bi xêr û xweşî cejnê birê bikin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê herdem piştevaniya mafên rewa yên Êzidiyan bike û em xizmetkirina wan û tevahiya Çîn û Pêkhateyên Kurdistanê wek erkê xwe yê herî destpêkê dibînin.

Cejna Cemayê li Hemûyan pîroz be û hêvîdarim herdem şad bin.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê”

Nûçeyên têkildar