10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Em dikarin roj bi roj Kurdistanê ber bi pêş ve bibin û projeyên baştir bixin xizmeta welatiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî girêdana 120 metreyî bi rêya Hewlêr-Duhokê va vekir û li wir got, em dikarin roj bi roj Kurdistanê ber bi pêş ve bibin û projeyên baştir bixin xizmeta welatiyan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşema 24ê Îlonê projeya girêdana 120 metreyî bi rêya Hewlêr-Duhokê ya vekir ku dirêjahiya wê 3 kîlometro ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî vekirina projeyê di gotarekê de got: “Ev proje di xizmeta hemû welatiyên Kurdistanê de ye û rêya 120 metrî bi rêya sereke ya Hewlêr û Duhokê ve girêdide û asaniyeke mezin ji welatiyan re peyda dike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destxweşî li kompaniya cîbicîkar (Hêmin Group) kir ku wan proje bi awayekî pir standard û di demek rekor de cîbicî kiriye.

Herwiha got: “Em dikarin roj bi roj Kurdistanê ber bi pêş ve bibin û projeyên baştir bixin xizmeta welatiyan.”

Nûçeyên têkildar