10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî bi parêzgar û rêveberiya Silêmaniyê re civiya

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşema 24ê Îlonê serdana parêzgeha Silêmaniyê kir û bi Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir û hejmarek berpirsên din re civiya.

Di civînê de, rewşa giştî ya parêzgeha Silêmaniyê, bi taybetî di warê îdarî û xizmetguzarî de û herwiha amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û destpêkirina kampanyaya hilbijartinan hate gotûbêjkirin. Herwiha behsa pêwîstiyên çend projeyan li parêzgehê kirin.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser serkeftina hilbijartinan û proseya dengdanê kir û tekezî li wê yekê kir ku li Silêmaniyê û tevahiya Herêma Kurdistanê kampanyayeke şaristanî ya hilbijartinan bê kirin.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo rêveberiya parêzgeha Silêmaniyê nîşan da û biryar cibicîkirina hejmarek ji daxwazên wan da.

Ji aliyeke din ve, çawaniya pêşxistina sektorên curbicur li parêzgeha Silêmaniyê û hewla çareserkirina kêşeyên Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê û çendîn mijarên din yên girêdayî karûbarên parêzgehê, mijarên  din ên civînê bûn.

Nûçeyên têkildar