10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Konsulê Rûsya li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê axivîn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro Şemiya 21ê Îlonê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Maxim Robin kir.

Di civînê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li navçeyê hatin gotûbêjkirin. Herwiha ronahî hate xistin ser hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê di meha cotmehê de, pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de û encamên erênî yên serdana vê dawiyê ya Serok Barzanî bo Bexdayê.

Her di hevdîtinê de, behsa peywendiyên dîrokî û dostaniya kevnar a gelê Kurdistanê û gelê Rûsyayê û qonaxên girîng ên vê peywendî û dostaniyê hate kirin. Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê tekez kir, dostanî û peywendiyên di navbera her du welatan de, di bin her şert û mercî de dê berdewam bin.

Nûçeyên têkildar