10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Divê mamostayên olî rola xwe di bihêzkirina hesta niştimanperwerî de bibînin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Şemiya 21.09.2024ê bi boneya 54emîn salvegera damezrandina Yekitiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê Serok Barzanî peyamek belav kir.

Di peyama xwe de Serok Mesûd Barzanî ragihand: “Bi boneya 54emîn salvegera damezrandina Yekitiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê pîrozbahiyê li serok û endamên mektefa tenfîzî û encûmena navendî ya yekitiya zananyan û hemû mamostayên ola pîroz a îslamê li Kurdistanê dikim.”

Serok Barzanî herwiha amaje bi wê yekê kir ku, damezrandina Yekitiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê, bi destê Barzanî yê nemir nîşaneya wê yekê bû ku rol û pêgeha mamostayên ola îslamê bixwe ye, di beşdarbûna wan a di xebata netewî, niştimanî û bilind ragirtina reseniyê û nirxên olî û çanda pêkvejiyanê di nav civaka Kurdistanî û Tevgera Rizgarîxwazê Kurd de.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand, berdewam bendewarî li zanayên olî û mamostayên birêz heye ku rola xwe ya bi bandor bihêzkirina hestên niştimanperwerî û nirxên mirovî û yekbûn û pêkvejiyan û hişyarkirina civakê de wê rolê bilîzin.

Serok Barzanî di dawiyê de jî ragihand, bi boneya vê roja dîrokî hêviya serkeftinê ji bo Yekitiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê û hemû mamostayên birêz dixwazim û spasiya westan û erkê wan ê pîroz dikim.

Nûçeyên têkildar