10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî li Akrê: Serkeftina hilbijartinan serkeftina Herêma Kurdistanê ye

Çavkanî: KDP.info

Akrê-KDP.info- Di çarçoveya serdana xwe ya bo navçeya Badînan de, îro Dûşema 16.09.2024 Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî li Akrê ligel Liqa 9 a PDKê û berpirs û kadro û rêxistinên PDKê li sînorê Akrê û Berdereşê civiya.

Di civînê de behsa kar û erkên PDK û rêxistinên wê yên li Akrê û Berderaş û navçeyên derdora wan hate kirin û behsa amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hate kirin û balkişand li ser çalakiyên kadro û rêxistinên PDK ji bo serkeftina hilbijartinan.

Di vê derbarê de, Nêçîrvan Barzanî jibilî behskirina çanda pêkvejiyanê û hevpejirandina hevdu, rol, hebûn û pêgeha navçeyê di şoreş û tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de, tekezî li ser birêvebirina helmeteke medenî û aram kir. Herwiha behsa girîngiya dengdanê kir û serkeftina hilbijartinan bi serkeftina Herêma Kurdistanê bi nav kir.
Di mijareke dinî vê hevdîtinê de çendîn mijarên din yên girêdayî rewşa deverê hatin nirxandin.

 

Nûçeyên têkildar