Serokomarê Îranê daxwaz ji Serok Barzanî kir ku serdana Tehranê bike

Hewlêr-KDP.info- Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bi fermî Serok Mesûd Barzanî vexwend ji bo serdana Komara Îslamî ya Îranê bike.
Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşema 12ê Îlonê li Hewlêrê pêwazî li Serokomara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan kir.
Di hevdîtinê de gotûbêj li ser rewşa giştî ya Iraq û navçeyê, hatin kirin û tekezî li ser hevahengî û pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê di warên siyasî, aborî û çandî de hat kirin.
Serokkomarê Mesûd Pizîşkiyan bi fermî Serok Barzanî vexwend ji bo serdana Komara Îslamî ya Îranê bike.




