Mesrûr Barzanî: Me û Serokomarê Îranê pêşxistina peywendiyan li ser bingehê berjewendiyên hevbeş gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand, îro li Hewlêrê li gel Serokomarê Îranê Dr. Mesûd Pizîşkiyan em civiyan.
Mesrûr Barzanî wiha got: “Me gotêbêj derbarê pêşxistina peywendiyên dualî yên li ser bingehê cîrantiya baş û berjewendiyên hevbeş kirin.”
Îro Pêncşema 12.09.2024ê Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan geheşt Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve pêşwazî lê hat kirin.




