10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî li Duhokê: Me dîrokeke dewlemend heye

Çavkanî: KDP.info

Duhok-KDP.info- Serok Barzanî li nav çalakiya şanoya Dastana Kurdistanê de li Duhokê gotarek dixwîne û tê de amajeyê dide, “Me dîrokeke dewlemend heye.”

Îro Çarşema 11.09.2024 bi amadebûna Serok Barzanî, şanoya Dastana Kurdistanê li Duhokê hat pêşkêşkirin. Serok Barzanî çarçoveya wê çalakiyê de gotarek xwand û Dastana Kurdistanê “gelek baş” wesifand û got, “Ev şano vegêrana dîroka gelê Kurdistanê bi awayekî gelek birêkûpêk bû.”

Tekista gotara Serok Barzanî:

“Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Ez gelek dilxweş im ku bi we re tevlî dîtina şanoya Dastana Kurdistanê bûm. Ez destxweşiyê li we tevan dikim û spasiya we tevan dikim. Tiştekê gelek baş bû û vegêrana dîroka gelê Kurdistanê bi awayekî gelek birêkûpêk bû.

Me dîrokeke dewlemend heye lê mixabin em dîroka xwe nizanin, lewma di cihê xwe de ye ku çalakiyên hunerî di vî warî de bên kirin.

Raspardeya min ji bo hevalên me li hikûmetê û partiyê jî ew e ku piştevaniya çalakiyên wesa bikin.

Min du têbînî hene. Ya yekê; behsa çekê Birno hat kirin ku qaşo Lee in Field bû, Lee in Field çekekî Ingilîzî ye, Birno nîne. Wê peyvê rakin ji ber ne rast e. Ew çekê ku bi min re bû û min wergirtibû Birno bû, Lee in Field nebû û kalîbera wê 7.92 bû.

Têbîniya duyê; dema hûn dibêjin “ji bab û bapîrên xwe fêr bûne ku sozên xwe bi cih neyînin”, behsa bab û bapîrên wan nekin. Bibêjin em ji bab û bapîrên xwe fêr bûne ku sozên xwe bi cih bînin, lê nabêjin ew ji bab û bapîrên xwe fêr bûne ku sozên xwe bi cih neyînin. Bibêjin wan soza xwe bi cih neanî lê nebêjin ji bab û bapîrên xwe fêr bûne.”

Nûçeyên têkildar