10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Şoreşa Îlonê dengê zelal ê azadîxwazan û doza rewa ya gelê Kurdistanê bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşema 11.09.2024a bi helkefta salvegera 63ê ya serhildana şoreşa Îlonê ya mezin peyamek parve kir û tê de got, “Şoreşa Îlonê dengê doza rewa ya gelê Kurdistanê bû.”

Tekista peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

“Di salvegera 63ê ya Şoreşa Îlonê ya mezin de, em Rêberê Şoreşê Barzaiyê Nemir û tevaya Pêşmergeyên qehreman û hemî wan têkoşeran libîr tînin ên ku hêz û dest û baskên şoreşê bûn û em bi rêz û şkodarî bîranîna wan dikin. Silav ji bo canê wan ê pakij, silav li hemî xebatkerên wê serdema giran ku hêşta di jiyanê de ne. Em daxwaza emirdirêjî û silametiyê ji wan re dikin.

Şoreşa Îlonê ya mezin, ku şoreşa hemî gelê Kurdistanê bû bi hemî pêkhateyên wê ve, bûye naveroka hizir û nasnameya neteweyî û niştîmanî û şkodariya hemî Kurdistaniyan û îradeya pûlayî ya gelê Kurdistanê ji bo berhingarbûna stem û dagirkariyê. Şoreş dengê zelal ê azadîxwazan û doza rewa ya gel û niştîmanekî bû ku pêxemetî azadiyê hemî qurbanî dan, bû itîrafa yekê ya fermî bi mafên gelê Kurdistanê û bingeha hemî destkeftiyên paştir.

Di demekê de ku em bi şanazî ve vê bîranîna pîroz dikin, em tekezê li ser îradeya mukom a gelê Kurdistanê ji bo parastin û bidestxistina tevaya mafên wî yên destûrî û tebayî û bihevrebûna navbera hemî pêkhateyên wî dikin. Em pirinsîp û nirxên bilind ên şoreşê ji xebat û têkoşan û destbernedanê diparêzin, pêxemetî azadî û demokrasiyê û bi hêvî û geşbînî heta em digehin serkeftinê û bicihanîna xewna şehîdan, ber bi paşerojeke batştir berdewam dibin.

Bilind û pîroz be bîranîna şoreşa Îlonê ya mezin, silav li bîranîna şehîdên Kurdistanê û silav li canê wan ê pakij.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

11ê Îlona 2024ê”

Nûçeyên têkildar