10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Brojeya nû dê neyêle heta 30 salên din jî ava Hewlêrê kêm bibe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşema 08.09.2024ê kevirê bingehîn ê projeya gehandina bilez a avê ji bo bajarê Hewlêrê danî û di dema merasîmê de gotarek pêşkeş kir û got, ev proje nahêle heya 30 salên din jî pirsgirêka kêbûna avê li Hewlêrê çêbibe.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotare xwe de ragehand: ‘’Ez gelek keyfxweş im îro li gel we ji bo danîna kevirê bingehîn ê yek ji projeyên herî pêwîst û giring li Kurdistanê datinim. Bajarê Hewlêr a paytext bi salane di demsala havînê de pirsgirêka wê ya kêmaviyê heye. Bi salane biryar bû ku kompanyayekî biyanî projeya avê cîhbicîh bike. Lê heta naha wê kompanyayê nekariye wek bi peyman hatiye kirin, pêngavên bi kiryar ji bo destpê kirina wê projeyê bavêje. Ji bo wê jî di wan du salên dawiyê de piştî şewba vîrusa koronayê û li gel hemû pirsgirêk û asteng û rewşa giran a aborî saziyên peywendîdar min spartin ku demekî kurt de rêyeke çareseriyê ji bo vê rewşê bibînin. Ji bo wê jî di pêngavên dawiyê de min biryar da ku ev mijar êdî neyê paşxistin û min daxwaz kir vê projeya naha wek projeyekî gehandina bilez a ji bo çareseriya pirsgirêka kêmaviya paytextê destpê bike.’’

Mesrûr Barzanî got: ‘’Ji nêzîk ve agahdarê xemên hemwelatiyên gelek taxên bajarê Hewlêrê bûm ku giliya wan a kêmaviyê hebû. Parêzgerî û şaredarî hemû hewldanekî dan ku bi rêyên cuda ve avê ji bo wan taxan dabîn bikin. Mixabin hin aliyan hewl da ku pirsgirêka bi dehan salan a xelkê bikin amûrê bangeşeyê û milmilaneyên siyasî. Pirsgirêka kêmaviyê bi çend tankerên avê çareser nabe, pêwîste projeyekî wek vê ve bê çareserkirin ku ava Zê yê mezin (Zap) bigehe bajarê Hewlêrê. Ev projeye dê aveke zêde bigehîne bajarê Hewlêrê ku heta nêzîkî 30 salên din jî Hewlêr pirsgirêka wê ya kêmaviyê namîne. Min daxwaz kiriye li gel vê projeyê toreke navxwe ya avê jî li taxan bê rêkxistin, ku bi temamî ev projeye bikare avê bigehîne hemû taxên Hewlêrê.’’

Serokê Hikûmetê wiha got: ‘’Min biryar daye projeyekî din a avê li sînorê Quştepe û gundên derdora wê jî destpê bike, ku bi ava Zê yê biçûk (Zap a biçûk) ve bigehe deverê. Bi temambûna wan projeyan ve bi sedan bîrên avê emê daxin. Ev jî dê bibe sedemek ji bo vejandina ava bin erdê. Herwaha min daxwaz kir demekî kurt de li ser projeya dubare bikaranîna ew ava li Hewlêrê derdikeve careke din bê vegerandin, ku bi wî avayî pîsbûna jîngehê û ava binerd jî tê parastin û ew av ji bo paqijî û şînkayiyê dikare bê bikaranîn.’’

Mesrûr Barzanî ragehand: ‘’Em hest bi bandorên guhertina seqayê li ser devera xwe dikin, ji bo wê jî ji bo parastina saman û dewlemendiya av û jîngeya xwe me dest bi çêkirina gelek bendavên mezin kiriye û bi wan pêngavan jî emê berdewam bin ku avê kombikin û bikarin pêşxistinê bi çandiniyê û geştûguzariyê bidin. Lê li gel wê jî divê em pêşxistina çand û hişyariya çawa bikaranîn û parastina avê bidin. Mixabin rêjeya bikaranîna avê ji bo yek kesekî li Herêma Kurdistanê gelek ji rêjeya standartên navnetewî zêdetire. Ji bo wê divê sîstema perwerde û rêxistinên sivîl û mamostayên olî û saziyên ragehandinê rola xwe di vî warî de bilîzin û xelk hişyar bikin ku zêdegaviyê di bikaranîna avê de nekin.’’

Mesrûr Barzanî ragehand: ‘’Birêzan ev projeye bi spasî ve ji aliyê kompanya baweriyê ya navxwe Hêmin Grub ve tê cîhbicîh kirin ku heta naha karên wan ji aliyê lez û kalîte ve hatine pejirandin. Heta naha min bixwe du caran ez li gel wan rûniştime û dûvçûn li ser dîzayn û çawaniya cîhbicîh kirina projeyê min kiriye û ez dê berdewam jî bim li ser dûvçûna karên vê projeyê, ez di wê baweriyê de me ku di demekî guncaw de ev proje dê bikeve xizmeta paytexta Herêma Kurdistanê de.’’

Dawiyê de jî Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî got: ‘’Em naha jî dema di rê de dihatin min amûrên wan dîtin û dizanim bi awayekî bê hempa kompanya Hêmin Grub dest bi cîhbicîhkirina vê projeyê kiriye, ji bo ku di demekî kurt de bikarin pirsgirêka kêmaviya Hewlêrê cîhbicîh bikin û ev projeye înşala di demekî kurt de tamam dibe û xelkê Hewlêr a xoşdivî dê jê sûdmend bin ji bikaranîna avê û êdî xema kêmaviya wan namîne. Careke din spasiya hemû wan birêz û xoşdiviyan dikim her selamet û tendurist bin û Kurdistan jî her ava be.’’

 

Nûçeyên têkildar