Bi biryara Mesrûr Barzanî ziyandîtiyên bazara Qeyseriya Hewlêrê tên qerebûkirin

Hewlêr-KDP.info- Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di civîneke konferansî de ragehand ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro pêncşemê careke din ji bo agahdarbûna ji karên nûjen kirina wê bazarê, serdana bazara Qeyseriya Hewlêrê kir.
Herwiha Omêd Xoşnaw ragihand, hefteya bê ziyandîtiyên bazara Qeyseriya Hewlêrê tên qerebûkirin û li gor rêjeya ziyanan, dikandarên bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê tên qerebû kirin ku ji 2 mîlyon dînarî de destpê dike hata 20 mîlyon dînar, ango ew qerebûkirin dê li gor ziyan pêketinan be.
Omêd Xoşnaw got, bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi bihayê 5 mîlyar û 300 mîlyon dînar, ew bazar tê nûjen kirin û di nava 6 mehan de bazar dê bê nûjenkirin bi 2 dan û 2 kompanyayan ew kar birêve diçin.




