10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Îlonê pêşwazî li Wezîrê Bazirganiyê yê Federal Esîr Dawûd El-Xirêrî kir.

Di hevdîtinê de, tekezî li ser pêşxistina hevkariyên di navbera saziyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hat kirin.

Her du alî hevnêrîn bûn li ser pêwîstiya hevahengiya di navbera herdu hikûmetan de, bi taybetî di warê bazirganî û geşepêdana aborî de, bi berçavgirtin û rêzgirtina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.

Herwiha amaje bi pêwîstiya pêşkêşkirina hêsankariyan ji bo sektora taybet hate kirin, ji bo roleke aktîv di avedankirin û pêşxistina binesaziya aborî de bilîze.

Amadekariyên pêkanîna civîna Encûmena Aborî ya Wezarî ya Iraqê, mijareke din a hevdîtinê bû, ku biryar e van rojan li Hewlêrê bi mebesta çareserkirina pirsgirêk û arîşeyên hilawîstî yên herdu aliyan were lidarxistin.

Nûçeyên têkildar