10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî serdana proseya nûjenkirina bazara Qeyserî ya Hewlêrê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro 

Serokê Hikûmetê aliyên peywendîdar ên Hikûmetê spart ku proseya çêkirin û nûjenkirinea bazara qeyseriyê leztir bikin, Herwiha Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî dikandarên ziyandîtî piştrast kirin ku ew dê li gorî karîn û rêjeya ziyanan, alîkariya wan bikin û dê hewl bidin ku di demek nêzîk de bazar zû bê vekirin.

Mesrûr Barzanî di hejmara xwe ya taybet Facebookê de vîdeoyek jî belav kiriye û ragehandiye: “Me îro serdana bazara qeyseriya Hewlêrê kir û di nêzîk de karên nûjenkirinê kontrol kir.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistnê dibêje: “Min aliyên pêywendîdar erikdar kirin ku proseya çêkirin û nûjenkirina bazara qeyseriyê leztir bikin û min dikandarên ziyanlêketî yên bazarê jî piştrast kirine ku li gor karîn û rêjeya ziyanan dê alîkariya wan bikim û em hewil didin bo ku bazar zû bê vekirin. Me herwaha 5.3 milyar dînar ji bo nûkirina bazara Qeyseriyê dabîn kiriye û dê di dema diyarkirî de bidawî bibe.”

Nûçeyên têkildar