10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwazî li şand HUDA PARê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind a HUDA PARê ya bi Serokayetiya Zekeriya Yapicioglu Serokê Giştî yê HUDA PARê kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û pêşhatên dawî xistin ber behs û guftûgoyan, her wiha ronahî xistin li ser xebata sivîl ya ji bo xizmetkirina gelên Tirkiyê û peywendiyên di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û HUDA PARê û tekezî li ser pêşxistina wan peywendiyan kirin.

Her di vê hevdîtinê de Serokê Giştî yê HUDA PARê pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya li pêşxistina doza gelê Kurd de hebû û xweşhaliya xwe jî ji bo hebûna hemahengî û peywendiya di navbera HUDA PAR û Partiya Demokrata Kurdistanê nîşan da.

Di beşekî dinî vê hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser dîroka xebata gelê Kurdistanê, ew yek ji şanda mêhvan ragihand ku baştirîn rêya çareseriya pirsa Kurdistanê, awayê hevtêgihiştin û hevdûqebûlkirin û diyalog û çareseriya aştiyane ye.

Nûçeyên têkildar