Liqê Yek bi helkefta bîreweriya sêdaredana pesewa qazî Muhemed biruskek belavkir

Bi helkefta sêdaredana pêşewa (qazî Muhemed) serkirde û damezrênerê komara kurdistanê û hevalên wî , binavê liqê yekê Partiya Demokrat a Kurdistanê vê bîreweriyê bi soz û wefadarî nwê dikin di berdewamî dana xebatê de.
Şehîdê rêber qazî Muhemed mirovekê ferheng dost û bi Edalet û xebatgêrekê nîştîmanperwer û gel û xweşewîst bû, qurbanî dan bi giyanê xwe yek ji mezintirîn taybetmendiyên pêşewa qazî Muhemed bû pêxemet parastina armancên pîrozên neteweyî.
Şehîdê rêber (qazî Muhemed) wek serkirdekî niştîman perwer dest bi berevanî kirina komara Mihabadê kir, û jiber helwêst û bizavên wê yên welat parêzî desthelata faşîsta Iranê li mêjuwiya (31/3/1947)ê li gorepana çarçira li komara Mihabad (qazî Muhemed) û hevalên wî sêdaredan, giyanê şehîdê serkirde pêşewa û tevaya şehîdên riya azadiya kurdistanê şad di keyn ku karwanê xebatî beref destkeftên mezin çûye û ew alaiyê (qazî Muhemed) daye destê Barzaniyê nemir evru bi serferazî li kurdistana azad beriz bûye,û eve jî ji berhemê xwîna şehîdên bizava azadîxwaza kurdistanê ye.
Li vê bîreweriyê silav li giyanê şehîdê pêşewa qazî Muhemed û tevaya şehîdên riya azadiya kurdistanê û serkarwanê wan Barzaniyê nemir û Idrîsê herdem sax bin.
Liqê Yek
Partiya Demokrat a Kurdistanê
30/ 3/2013




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)