10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Yekîtya Ewropa kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Yekîtya Ewropayê li Îraqê kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşema 03.09.2024 pêşwaziya Balyozê Yekîtya Ewropayê li Îraqê Thomas Seiler kir.

Di wê hevdîtinê de ku Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê Rado Botum jî tê de amade bûbû, herdu aliyan dîtin û nerînên xwe li ser zêdetir bihêzkirina peywendiyên dualî li hev guhertin.

Herwesa danûstandin li ser çaksaziyên Kabîneya Nehê di warên darayî û sîstema bankê û berhingarbûna gendelî û bîrokrasiyê û rêgirtina li pûçkirina samanên giştî de hatin kirin.

Herdu alî li ser giringiya pêşxistina alîkarî û hevahengiyê pêxemetî rûbirûbûa terorê hevnerîn bûn.

Nûçeyên têkildar