10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Balyozê Tirkiyê berfirehtirkirina peywendiyan gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Tirkiye li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan behsa berfirehtirkirina peywendiyan kirin.
Îro Sêşema 03.09.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Anil Bora Înan Balyozê nû yê Tirkiye li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin û Balyozê nû yê Tirkiye li Iraqê xweşhaliya xwe ji bo destbikarbûna xwe ya wekî Balyoz li Iraqê bi Serok Barzanî ragihand û xwesta welatê xwe ya ji bo berfirehtirkirina peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî warê aborî û bazirganî û hemahengiya di navbera herdu aliyan de dûpat kir.

Her li vê hevdîtinê de Balyozê nû yê Tirkiye li Iraqê bi hûrî behsa tawana kuştina geştiyarekî Herêma Kurdistanê li Tirkiye kir û ji bilî derbirîna sersaxiyê û hevxemiya xwe ya bi Serok Barzanî û kesukarên wê qurbaniyê, wê yekê bi Serok Barzanî ragihand, aliyên peywendîdarên Tirkiye bi dûvdaçûneke tevahî ji bo wê rûdanê kirine û rêkarên yasayî li ber girtine û hemû tawanbarên wê rûdanê hatine destgîrkirin û bi piştrastiyê ve tawanbaran digihine bi sizayên xwe yên yasayî.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû yê Tirkiye li Iraqê xwest û tekez li ser pêşxistina peywendî û hemahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê kir.

Nûçeyên têkildar