Mesrûr Barzanî: Em niha li ser rêya rast a guhertin û çaksaziyê ne di warê teknolojî û dîjîtalkirina karûbarên bankî û darayî de

Serokê Hikûmetê diyar kir: “Dema ku min vê sibê serdana vê pêşangehê kir, ez bi rastî serbilind bûm ku ciwanên me di asteke weha bilind de karîne di warê teknolojiyê de ewqas pêşde biçin. Wan gelek kompanyayên xwe ava kirine û dahênan kirine û gelek ji van bernameyan bi xwe afirandine. Di axaftinên xwe yên li gel çend ji wan de, ez gelek kêfxweş bûm ku min bihîst ku hinek xizmetên dîjîtal ên ku wan çêkirine, ne tenê li Kurdistanê, lê li navçeyê jî dê sûdmend bin û bi rêya vê sîstema dîjîtal a ku wan ava kiriye, dê li cihên din bên bikaranîn pêwendiyeke rasterast û baştir bi Kurdistanê re were danîn, ku ew jî rêyeke din a naskirina Kurdistanê bi cîhanê be.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dawiya gotara xwe de got: “Careke din spasiya we dikim, spasiya amadekarên vê pêşangehê dikim û spasiya hemû kompaniyên beşdar di vê pêşangehê de dikim. Careke din bi xêr hatine, hertim serkeftî û sax bin, bila Kurdistana me jî avedan bimîne.”




