10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Tirkiyê pêşhatên dawî yên navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Tirkiyê li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de pêşhatên dawî yên navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Sêşema 03.09.2024ê li bajarê Hewlêrê, di hevdîtinekê de ligel Anil Bora Înan Balyozê nû yê Tirkiyê li Iraqê, bi xêrhatina wî kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de xwest û piştevaniya Herêma Kurdistanê jî, ji bo serxistina erkê wî nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, Înan kêfxweşiya xwe ji bo destnîşankirina wî weke Balyozê welatê xwe li Iraqê nîşan da û amadehiya Tirkiyê jî, ji bo pêşxistina peywendiyên digel Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de dupat kir.

Rewşa navxwe ya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên navçeyê jî di vê hevdîtinê hatin gotûbêj kirin.

Nûçeyên têkildar