10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Tayland kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 28ê Tebaxê pêşwazî li Balyozê Şanişîna Taylandê li Urdin û Iraqê Supark Prongsura kir.

Di hevdîtinê de pêşxistina peywendiyên dualî bi taybetî di warên bazirganî, çandinî û geştiyariyê de hatin gotûbêjkirin.

Balyozê Taylandê amaje bi armanca serdana xwe kir, ku li gel şandeke bazirganî ya Taylandê hatiye, ji bo pêşxistina peywendiyên bazirganî û aborî li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina peywendiyên dualî li ser bingeha berjewendiyên hevbeş nîşan da.

 

Nûçeyên têkildar