10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Pêwîst e hilbijartinên Perlemantoya Kurdistanê pak bin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê dike, herwesa tekezê dike ku hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bi awayekî pak û şefaf û di rewşeke aram de bên kirin.

Îro Çarşema 28.08.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Klaus Streicher Konsulê Giştiyê Almanya li Hewlêrê kir ku bi helkefta dawîhatina erkê xwe û bi mebesta xatir xwestin û malavayîkirinê û her wiha nasandina Albert Von Witk wekî cîgirê wî, serdana Serok Barzanî kiribû.

Di hevdîtinê de Konsulê Giştiyê Almanya li Hewlêr spasî Serok Barzanî kir ku di dema karkirina wî ya li Hewlêrê herdem piştevanê wî bûye û rûmetên xwe ji bo mîhvandarî û hemahengiya sazî û damezraweyên Herêmê û xelkê Kurdistanê hebû. Konsulê Almanya balkişand li ser girîngiya peywendiyên Herêma Kurdistanê û welatê xwe ku divê li paşerojê da jî bi girîngiyê ve berdewamiya xwe hebê.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî tekezkirina li ser girîngiya berev pêşveçûna hemahengî û berdewamiya peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanya, spasî erk û keda Konsulê Giştiyê Almanya kir û her wiha hêviya serkeftinê ji bo Konsulê nû yê Almanya li Hewlêrê xwest.

Her di vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser hilbijartinên meha cotmehê ya Perlemantoya Kurdistanê û Serok Barzanî li vî derbarî de zanyariyên pêwîst xisterû û tekez jî li wê yekê kir ku pêwîst e hilbijartineke pak û şefaf û di rewşeke aram de birêve biçe.

Gefên terorê ya li ser asta Iraq û navçeyê mijarên dinê vê hevdîtinê bûn.

Nûçeyên têkildar