Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Pakîstan kir

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 27.08.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed Zîşan Ehmed Balyozê Pakîstan li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de Balyozê Pakîstan li Iraqê kêfxweşiya xwe ji bo avadanî û aramî û wan pêşketinên li Herêma Kurdistanê pêkhatine derbirî û destxweşiyê li Hikûmet û Serkirdayetiya Herêma Kurdistanê kir. Eve jî bi Serok Barzanî ragihand, welatê wan xwazyare peywendiyekî nêzîk li warên cûr bi cûrên bazirganî û kultûrî de li gel Herêma Kurdistanê hebê.
Rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û her wiha gefa terorê li ser asta cîhanî û navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.




