Berdevkê PDKê: Partiya me bi hemû hêz, şiyan û cemaweriya xwe piştgiriya Mesrûr Barzanî dike

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed di daxuyaniyekê de dibêje, “Demeke beşek ji rêveber û çapemeniyên YNKê dûr ji prensîp û etîketên siyasî, û heta dûr ji rewangeha rewşa navxwe ya YNKê bi xwe jî, li PDKê dinerin, û dijî birêz Mesrûr Barzanî Cîgirê Serokê PDKê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, helwestên dijminatî, nefreta jidil, derew û nûçeyên bêbingeh belav dikin.
Tekesta daxuyaniya berdevkê PDKê wiha ye:
Demeke beşek ji rêveber û çapemeniyên YNKê dûr ji prensîp û etîketên siyasî, û heta dûr ji rewangeha rewşa navxwe ya YNKê bi xwe jî, li PDKê dinerin, û dijî birêz Mesrûr Barzanî Cîgirê Serokê PDKê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, helwestên dijminatî, nefreta jidil, derew û nûçeyên bêbingeh belav dikin. Derwa wan a herî dawî jî, roja 26/8/2024 bû ku li ser malpera fermî ya YNKê daxuyaniyek hatiye belavkirin, bi navê (çavkaniyek ji YNKê).
Em wek Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji raya giştî û gelê Kurdistanê re tekez dikin ku nivîskar û kesên li pişt wê daxuyaniya YNKê, dixwazin li gorî rewşa navxwe ya YNK ya pir bal û şax, rewşa PDKê nîşan bidin. Partiya me xwediyê rêbazeke rast û dirust e, û xwedî rêber û lêvegerek e ku serok Mesûd Barzanî ye û em hemû şopdar û têkoşerên rêbaza Barzanî ne û di bin sîwana Serok Barzanî de ji bo yek armanc û yek rêbazê tekoşînê dikin.
Xebat, helwest, nerîn û siyaseta birêz Mesrûr Barzanî di hukimdarî û karê siyasî de di çarçoveya bername û helwesta Partiya Demokrata Kurdistanê de ye, û li cem PDK, her êrîşek li ser kesayetiya Mesrûr Barzanî, êrîş e li dijî hemû endamên PDKê.
Wan hêşta PDK nasnekiriye û ji dîrokê ders wernagrin, gelekan berê xewna wê yekê didîtin ku PDK jî weke xwe bikin, lê her wekî berê ku ew xewn û xeyala wan bicih nehat, em wan piştrast dikin ku PDK û endamên PDKê dê bihêz û bixwebawerî bin û dê xewn û xeyalên wan careke din bixin bin heriyê.
Partiya me bi hemû hêz, şiyan û cemaweriya xwe piştgiriya heval Mesrûr Barzanî dike ku li ser hemû erkên xwe berdewam be.
Mehmûd Mihemed
Berdevkê PDKê
27.08.2024”




