Mesrûr Barzanî û Balyozê Pakistanê pêşxistina peywendiyan gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Pakistanê kir û herdu aliyan behsa pêşxistina peywendiyan kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşema 27.08.2024 pêşwaziya Balyozê Pakistanê Mihemed Zîşan Ehmed kir.
Di wê hevdîtinê de, herdu aliyan dîtin û nerînên xwe li ser dawî pêşhat û pêşveçûnên Îraqê û giringiya pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Pakistanê li hev guhertin.
Di pareke din a wê hevdîtinê de, danûstandin li ser rewşa revenda Pakistanî li Herêma Kurdistanê û derfetên vekirina Konsulxaneya Pakistanê li Herêma Kurdistanê li paşerojê hatin kirin.




