10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kir.

Îro Pênçşema 22.08.2024ê li Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê de digel General Kevin Leahy Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo ji navbirina DAIŞê li Iraq û Sûriyê û şandeya pê ra rewşa ewlekarî ya navçeyê gotûbêj kirin.

Herdu alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku DAIŞ hê jî metirsiyeke ciddî û rasteqîneye û bi êrîşên xwe yên li Iraq û Sûriyê, berdewam gefê li ewlehî û aramiya navçeyê dike. Di vê çarçoveyê de herdu aliyan tekezî li ser girîngî û pêwîstiya berdewamiya erkên hevpeymaniya navdewletî û hevkariyên hevbeş yên artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge digel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo rûbirûbûna terorîstan û piştrastbûna bi yekcarî ya ji navbirina DAIŞê kirin.

Di beşeke din ya civînê de, di derbarê pêngavên dawî yên yekxistina hêzên Pêşmerge, çaksaziyên di Wezareta Pêşmerge da gotûbêj kirin û tekîd li ser serkeftina proseyê kirin. Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê bi rijde ku proseya yekkirin û çaksaziya Pêşmerge bi serbikeve û rêgiriyên li pêşiya wê ji holê rabe. Hevkarî û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo wê proseyê bilind nirxand

Di hevdîtinê de ku, Wezîrê Pêşmerge, Serok Erkanê Giştî yê Hêzên Pêşmerge û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê amade bûn, pêşhatên dawî û îmkan û bandorên rewşa aloz a Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin û her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya parastina aramiyê û dûrxistina navçeyê ji pevçûn û aloziyên zêdetir kirin.

Nûçeyên têkildar