Mesrûr Barzanî: Pêwîst e hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bê binpêkirin û sextekarî bên kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi giringî dizane ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî azad û dadperwerane û dûrî binpêkirin û sextekariyê bên lidarxistin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 21.08.2024 pêşwazî li Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê, Claudio Cordon kir.
Mijara sereke ya civînê, amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bû.
Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo amadekarî û hevahengiya baş ligel Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê kir, ji bo birêvebirina proseya hilbijartinan.”
Serokwezîr Mesûr Barzanî ameje bi girîngiya lidarxistina hilbijartinan di rewşeke azad û dadperwer û dûrî binpêkirin û sextekariyê de kir û tekezî li ser rola Neteweyên Yekgirtî û çavdêrên navdewletî kir ku pêwîst e bi awayekî akîtîv çavdêriya proseya hilbijartinan bikin, da ku bi awayekî pak û zelal birêve biçe.




