10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Brîtanyayê pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Sêşema 20.08.2024ê li bajarê Hewlêrê, di dîdarekê da ligel Andrew Bizley Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê tevî bixêrhatinê û pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê jê re xwest û hemû piştevaniya xwe ji bo serxistina karên wî nîşan da.
Andrew Bizley, Ji aliyê xwe ve, kêfxweşiya xwe bi destnîşankirina xwe ya weke Konsulê Giştî yê welatê xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da û piştgirî û xwesteka Brîtanya ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina hevkariyên hevbeş bi Herêma Kurdistanê re ya di hemû waran de dûpat kir.
Di mijareke dinê hevdîtinê de her du alî lidarxistina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê girîng dîtin û hêvî kirin ku proseya dengdanê serkeftî be. Her wiha li ser peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û pêşhatên dawî yên li navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Nûçeyên têkildar