10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Serkeftina PDK, serkeftin û pêşkeftin û avedandkirina Kurdistanê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesrûr Barzanî di bîranîna 16ê Tebaxê de dibêje, “Her ji roja yekê ya damezrandina xwe ve, PDK herdem dibistana Kurdînî û niştîmanperweriyê bûye. Serkeftina PDK, serkeftin û pêşkeftin û avedandkirina Kurdistanê ye.”

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta salvegera 78ê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û roja bûna Serok Barzanî peyameke pîrozkirinê parve kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de dibêje, “Ez pîrozbahiyê li cenabê Serok Barzanî û tevaya endam û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistanê û malbat û kesûkarên serbilind ên şehîd û enfalkiriyan û Pêşmergeyên qehreman û Kurdistaniyên niştîmanperwer dikim.”

Navbirî amajeyê jî dide, “PDK her ji roja yekê ya damezrandina xwe ve li ser destê rêberê bizava rizgarîxwaziya Kurdan Barzaniyê Nemir, herdem dibistana Kurdînî û niştîmanperweriyê bûye û partiya hemî tex û çîn û pêkhateyên cuda cuda yê Kurdistanê bûye.”

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê di peyama xwe de tekez jî dike, “Îro PDK yek ji mezintirîn û bihêztirîn û bibandortirîn partiyên Kurdistan û Iraq û deverê ye û rolekî giring û çalak di parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û bidestxistina destkeftiyên niştîmanî yên xelkê Kurdistanê de heye.”

Mesrûr Barzanî di derbarê tevgerên lawazkirina qewareya Herêma Kurdistanê de dibêje, “PDK yekane hêviya xelkê Kurdistanê ye ku rê nade pilanên lawazkirina qewareya Herêma Kurdistanê bi ser bikeve.”

Em caverêne ku endam û alîgirên PDKê bi hemû dilsoziya xwe ve beşdarî hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de bikin ji bo ku PDK weke hemû demê hêza yekem û pêşengê Kurdistanê be. Ji ber ku serkeftina PDK, serkeftin û pêşkeftin û avedandkirina Kurdistanê ye.

Bi helkefta hatina 16ê Tebaxê û salvegera damezrandina (PDK) silav ji damezrênerê PDKê Mistefa  Barzanî û rêberê rêzdar Îdrîs Barzanî û hemû şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê re.

Mesrûr Barzanî

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê

16.08.2024”

Nûçeyên têkildar