Serok Barzanî û Eyad Elawî rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Partiya Wîfaqî Niştimanî kir û di wê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê hat gotûbêjkirin.
Îro Çarşema 14ê Tebaxa 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Partiya Wîfaqî Niştimanî ya bi Serokayetiya Eyad Elawî Sekreterê Giştî yê Partiya Wîfaqî Niştimanî kir.
Di hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û herwiha astengiyên li nav proseya siyasî ya Iraqê û peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de danustandina bîr û ramanan kirin.




