Mesrûr Barzanî sersaxî ji Dr. Ebdila Elyaweyî re xwest

Hewlêr-KDP.info- Ji ber koça dawiyê ya dayika wî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serexweşiyê li Dr. Ebdila Elyaweyî dike.
Tekista behînameya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:
“Rêzdar Dr. Ebdila Elyaweyî;
Ji ber koça dawiyê ya dayika we yên rêzdar, ez serexweşiyê li we dikim û hevparê xema we me. Xudayê mezin canê Xudêjêraziyê bi behiştê şa bike û sebr û hedarê bide binemala we yên rêzdar.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê”




