Malikî ji tirsan de biriyara paşêxistina helbijartinan de
__2013_03_30_h12m11s55__GH.jpg)
Di çarçuvê berdewamiya nerazîbunê beramber biriyara paşêxistina helbijartinan li parêzgehên Neynewa û enbar lîstên pişkdar diyar dikin bi vê biriyarê malikî dijatiya dîmkiratiyetê dike li dest pêkê Serbest Babîrî endamê civata serikirdayetiya Partî berpirsê liqê 17 yê partê dîmokiratî Kurdistan li Şingalê diyar kir bu evro diyar kir ku ewan sikalayek li dadgeha fîdiralî tomarkirî ye û got: (bi çu rengan em ne li gel evê biriyarê îne û nahête qebulkirin û me sikalayeka nerazîbunê li dadgeha fîdiralî tomarikirî ye û li hîviya bersivêne).
Babîrî ew çende jî diyar kir ku ev biriyare dijî desturê ye û pêşîlkirine beramber û got: (nebuna baweriyê bi xwe malikî ev biriyare da û bihaneya wan ku ev herdu parêzgehe rewşa wan ya êmnahyê ne ya cêkire neya rewaye).
Jilayekê dwîve parêzgarê Neynewa esîl nucêfî bi evro xûyakir ku ew bi çu rengan bêdenik nabin li ser evan pêşîlkaryên berdewam beramber xelkê wan û got: (der êxistina evê biriyarê kuştina dîmukiratiyetêe li Îraqê û malikî berpirsiyare ji evê çendê û divêt nevêt divêt ji biriyara xwe lêve bibît).
Parêzgarê Neynewa amaje bi wê çendê kir ku serbazên upirasiyonyên Neynewa tirs û dil nerihetiyeka mezin bu xelkê wan çêkirî ye û got: (bi hemû şêwazan malikî karî dike bu tirsandina xelkî li parêzgehên suniyan bi giştî û Neynewa bi taybetî û rujane serbazên upirasîwnyên Neynewa serdakirtina malan dikin û xelkê sivîl bê çu tumet hebe desteserdken û rewaneyî bexda dikin û rulê (destkîsê nihênî) yê berçave beramber evê çendê, kuştina kandîdan û gelek karên dîtir parêzgeha me kirî ye bajêrê tirsê).
Bişar kîkî kandîdê lîsta birayetî û pêk ve jiyanê li Musil diyar kir ku biriyara paşêxistina helbijartinan %100siyasî ye û got: (ew behaneya malikî diyar kirî ku rewşa êmnahyê neya cêgîre li wan parêzgeha neya ber aqile û bila biçît bizivire bexda kanê rewşa bexda yan ya enbar û Neynewa xirabtire anku diyar dibe ku biriyareka %100siyasî ye ne zêdetir û malikî bivê biriyarê divêt hindek layenên dî li wan parêzgehan ku girêdayî wîne bihêz bêxît).
Kîkî ew çende jî diyar kir ku sistiyek ya di dana evê biriyarê de heyî û bi hîviya wê çendê ku ji evê biriyarê lêvebbin û pêdivî ye netewyên yekgirtî rulê xwe yê ektîf bigêre.
Her di vî biyavî de qaymqamê qeza şingalê miyeser hecî bu evro diyar kir ku ew weku xelkê şingalê di dilgiranin beramber evê biriyarê û nabe êdî ev pênigave bihêne qebûlkirin û ji çu aliyan.
Li dûmahyê hemû Aliyên pişkdar di helbijartinan da li parêzgehên Neynewa û enbar ew çende diyarkirin ku malikî bi çavê tirsê sehdkete ewan deveran û tirseka mezin di dilê wî daya heyî berambera wan û pêdivî ye li ser netewyên yekgirtî û civakê nîv dewletî bi rijdî li ser evî babetî rawestin bu hindê êdî çu aliy yan pêkhat zulmê li yê dîtir neket.
Dihête zanîn ku Nurî malikî serok wezîrên Îraqê dibiriyarekê da helbijartinyên herdu parêzgehên Neynewa û enbar paşêxîtinî ye û dilgiraniyeka mezin li ava xelkî û kandîdên ewan devera dirust kirî ye û emirîka jîk beramber evê çendê neya razî ye




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)