10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Pêwîst rewşa neyasayî û neasayî ya Şingalê bidawî were û xelkê wê bi serbilindî vegerin ser warên xwe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî di 10 saliya jenosîda Kurdên Êzidî de peyamek belav kir û bi pêwîst zanî ku dawî li rewşa neyasayî û neasayî were ku ev 10 sal in bi neheqî li ser xelkê Şingalê hatiye sepandin.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

“Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Jenosîda Şingalê û ew tawanên terorîstên DAIŞê deh sal berî niha li dijî xwişk û birayên me yên Êzdiyan encam da, birîneke li ser laşê gelê Kurdistanê. Ew tawan wekî berdewamiya wan jenosîda û komkujî û tawana ne ku bi dirêjahiya dîrokê beranber gelê Kurdistanê hatine encamdan. Xwişk û birayên me yên Êzdî ji ber Kurdbûn û bîr û baweriya ola xwe ketine ber lehiya rik û hovîtiya tawanbarên DAIŞê û hatine jenosîdakirin.

Di dehemîn salvegera wan karesatan de silav ji bo giyanê şehîdan û cangoriyên wan tawanan re dişînin û silav ji bo giyanê wan Pêşmergeyên qehremanan re dişînin ku ji bo şikandina dorpêça çiyayê Şingalê û azadkirina bajarê Şingalê xwîna xwe bexşîn û serê DAIŞê hov xistin bin lingê xwişk û birayên me yên Êzdiyan û tola wê neheqî û zulmê ji terorîstan rakirin.

Di vê bîranîna diltezîn de em tekeziyê li ser wê yekê dikin ku bi hemû şiyanekê ve em piştevanê maf û daxwazên xwişk û birayên me yên Êzdî û nîştecihên devera Şingalê ne. Pêwîst e rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal ya li ser asayîkirina rewşa Şingalê bê bi cîh kirin û ew rewşa neyasayî û neasayî ya deh sal e bi neheqî li ser xelkê wê deverê hatiye sepandin bi dawî bibe. Pêwîst e dawî bi wê yekê bê aliyên siyasî jan û êşên Şingalê ji bo merama siyasî û xwesepandinê û aloztirkirina rewşa Şingalê bikar bînin û divê rê bidin xwişk û birayên me yên Êzdî yên Şingalê bi serbilindî vegerin ser mal û warên xwe û di aştî û aramiyê de bijîn.

Mesûd Barzanî
03.08.2024”

Nûçeyên têkildar