Serok Barzanî û konsulê Fransayê pêşhatên dawî yên navçeyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de herdu alî li ser pêşhatên dawî yên navçeyê axivîn.
Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşema 01.08.2024 li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Yan Brem kir.
Serok Barzanî di çarçoveya civîna xwe ya li gel Konsulê Giştî yê Fransayê de tekez li ser dostînî û peywendiyên dîrokî yên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê û pêşxistina wan peywendiyan kir.
Di wê civînê de, herdu aliyan dîtin û nerînên xwe li ser dawî pêşhatên siyasî yên Îraq û deverê û peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê û herwesa hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li hev guhertin.




