10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî sersaxî ji malbata Mulazim Xidir re xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de sersaxî xwest ji malbata Ferîq Neman Elwan Suhêl Temîmî, ku wekî Mulazim Xidir tê naskirin.

Tekista peyama Seroka Barzanî

“Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan

Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawiyê ya tekoşerê navdar Ferîq Neman Elwan Suhêl Temîmî, ku wekî Mulazim Xidir tê naskirin, gehişt me. Mulazim Xidir kesatî û xebatkerekî Hizba Şiyoî ya Îraqî û nêzîkî Barzaniyê Nemir bû û dostê doza rewa ya gelê Kurdistanê bû, ku jiyana xwe ji bo Pêşmergetî û xebata dijî diktatoriyê terxan kir.”

Ez serxweşiyê li binemal û kesûkar û hevalên xwedêjêrazî Mulazim Xidir û herwesa hevalên wî yên Hizba Şiyoî ya Îraqî û tevaya xebatkerên Îraq û Kurdistanê dikim û xwe hevparê xema wan dibînim.

Ez ji Xwedayê mezin dixwazim ku canê xwedêjêrazî bi behişta berîn şa bike û sebr û hedarê jî bi hemî aliyan bide.

Îna lîlah we îna îleyhî racîon

Mesûd Barzanî

01.08.2024”

Nûçeyên têkildar