Mesrûr Barzanî peyamek belav kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de ragihand, ew her hewleke têkbirina aramiya navçeyê şermezar dikin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di tora xwe ya civakî “X” de peyamek belav kir û ragihand, “Kuştina Îsmaîl Heniye û her hewleke ji bo têkdana aramiya navçeyê şermezar dikim.”
Herwiha got: “Ez bang li hemû aliyan dikim ku aloziyên vê dawiyê sivik bikin û gotûbêjên cidî ji bo vegerandina aramiyê li herêmê bikin, ji ber ku navçe nikare zêdetir bêîstiqrariyê tehemul bike.”




