9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî sala nû ya Koçî pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê sala nû ya Koçî li Misilmanan pîroz kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya hatina sala nû ya Koçî 1446, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.”

Herwiha got: “Em ji Xwedayê mezin û dilovan daxwaz dikin ku sala nû ya Koçî bibe sala xêr, aramî, pêşketin û bextewariyê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe jî amaje bi wê kir, “sala nû ya Koçî li hemû Misilmanan pîroz be û her dem di xweşiyê de bin.”


 

Nûçeyên têkildar