Mesrûr Barzanî û Sûdanî behsa çareserkirina pirsgirêkan kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30î Gulanê li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Federal Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.
Di civînê de rewşa Iraqê bi giştî û giringiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal li ser bingehê destûr hat gotûbêjkirin.
Her du alî hevnêrîn bûn li ser pêwîstiya berdewamiya diyaloga avaker ji bo çareserkirina kêşeyan ku di berjewendiya hemû pêkhate û welatiyên Iraqê de ne.




