9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Serok Barzanî û Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi helkefta 48emîn salvegera Şoreşa Gulanê, pîrozbahiyê li Serok Barzanî, Pêşmerge û têkoşerên ku beşdarî Şoreşa Gulanê bûne, dike.

Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:

“Di 48 saliya Şoreşa Gulanê de, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî, Pêşmergeyên qehreman û hemû Pêşmerge û têkoşerên ku beşdarî şoreşê bûne, dikim.”

Şoreşa Gulanê ku berdewamiya Şoreşa Mezin a Îlonê ya bi rêbertiya Barzaniyê nemir bû, hêvî û omîdeke mezin li gelê Kurdistanê vegerand û plangêriyên dijminên gelê Kurdistanê têkşikandin ku dixwestin dawî li şoreş û têkoşîna rewa ya gelê Kurdistanê bînin, ji ber ku berxwedana gelê Kurdistanê û yekrêzî û yekrêzî û yekhelwestiya hêz û aliyên Kurdistanî, bû sedema bidestveanîna gelek destkeftên mezin yên niştimanî ku ya herî mezin, raperîna mezin a sala 1991ê, hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û damezrandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.”

Di 48 saliya Şoreşa Gulanê de, em bi rêz û pêzanînê ve hemû xebatkar û têkoşerên ku beşdarî vê şoreşê bûne, bi taybetî jî rêberê herdem di bala me de Îdrîs Barzanî bibîr tînin.

Silav li giyanê pak ê şehîdên Şoreşa Gulanê û hemû şehîdên Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî

Cîgirê Serokê PDKê”

Nûçeyên têkildar