9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî: Şoreşa Gulanê ezmûneke giranbiha ya berxwedan û rabûna gelê Kurdistanê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 48emîn salvegera Şoreşa Gulanê, peyamek belav kir û wiha got, Şoreşa Gulanê peyamek zelal da neyaran ku tevî hemû hêza wan, gelê Kurdistanê xwe nade dest.

Ev jî tekesta peyama Serok Barzanî ye:

Bi navê Xwedêyê mezin û dilovan

Şoreşa Gulanê qonaxeke girîng a dîroka gelê me û ezmûneke giranbiha ya berxwedan û rabûna gelê Kurdistanê ye. Di rewşa piştî nisko û koçberiyê de û di bin zextên cuda yên neyaran de, Şoreşa Gulanê bi planeke hûr û baweriyeke bilind hate destpêkirin.

Şoreşa Gulanê ku hilgirê nirx û armancên Şoreşa Mezin a Îlonê bû, peyamek zelal da hemû nehez û neyarên gelê Kurdistanê ku tevî hêz û zordariya dijminan û hebûna plangêriyên cuda jî, gelê Kurdistanê xwe nada dest û kurên wî têkoşîna xwe derbasî qada têkoşînê ya rastî ku xaka pîroz a Kurdistanê ye, bikin.

Di 48emîn salvegera Şoreşa Gulanê de, silav li giyanê yekem şehîdê Şoreşa Gulanê Seyîd Ebdulah Hacî Omeranî û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê dişînin û wan têkoşer û qehremanan ti carî ji bîr nakin ku di xebata Pêşmergayetî û partîtî û xebata nêhênî ya nav bajar û li koçberiyê de, rola wan hebû û qurbanî dan û dirok ji gelê xwe dirust kirin.

Ev destkeftên ku bi dest ketine, berhema xwîna şehîdan, êş û keda gel, Pêşmerge û xebatkarên Şoreşa Gulanê û hemû şoreşên gelê Kurdistanê ne.

Mesûd Barzanî

26ê Gulana 2024”

Nûçeyên têkildar