Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ewlehiya Rojhilata Navîn gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Yaşar Guler re hevdîtnek kir.
Di civînê de pêşhatên dawî yên di derbarê ewlehiya Rojhilata Navîn û metirsiya terorê hatin gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî û Yaşar Guler li ser girîngiya parastina aştî û aramiya herêmê û hewldana ji bo rêgirtina zêdebûna aloziyan hevra bûn.
Di hevdîtinê de herdu aliyan tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên Tirkiyê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re jî kir.




