9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî û Serokê Bulgaristanê pêşxistina peywendiyan gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di duyem roja beşdarîkirina li Korbenda Dîplomasiya Antalya de, îro Şemiya 02.03.2024 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Rumen Radev Serok Komarê Bulgaristanê civiya.

Di civînê de tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Bulgarîstanê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê ya li warên aborî, bazirganî, kultûrî, werzîşî, geştiyarî û çandinê kirin, her wiha behsa derfeta alîkariya zêdetirê du aliyane ya warên xwendina zanîngehê û xwendina bilind û geştên raste rast ya asmaniya di navbera Bulgarîstan û Iraq bi Herêma Kurdistanê ve jî kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê bi girîngiyê ve temaşa peywendiyên xwe yên li gel welatên dost li Ewrûpa dike. Li vî derbarî de balkişand li ser xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo berfirekirina warên alîkariyên hevbeş li gel Bulgarîstanê wekî welatekî dost û Endamê Yekîtiya Ewrûpa, ji bo wê yekê daxwaz kir Bulgaristan asta nûnerayetiya xwe ya li Herêma Kurdistanê bilind bike.

Nûçeyên têkildar