9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî û Erdogan peywendî û rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di dema beşdarîkirina li Korbenda Dîplomasiya Antalya da, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ligel Receb Teyîb Erdogan Serok Komarê Tirkiyê civiya.

Di civînê de di derbarê pêşxistina peywendiyan û alîkariya hevbeşa Tirkiye li gel Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî li warê bazirganî û aboriyê da, her wiha di derbarê rewşa siyasî û emnî ya Iraq û Herêma Kurdistanê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Herdu alî behsa eger û karvedanên rewşa aloz ya navçeyê û pêşhatên şerê li Xezzeyê kirin, her wiha tekez li ser girîngiya hewl û alîkariya hemû aliyan ya ji bo çareserkirina aştiyaneya kêşeyan bi guftûgo û derfet û rêyên dîplomasiyan kirin.

Metirsiyên terorê û çend pirsekî dinê girîng û hevbeş, mijarên din ên civînê bûn.


 

Nûçeyên têkildar